Dengûbasên sereke yên 2017ê le Swed
گوێ لە ڕاپۆرتەکە بگرە

Sala 2017ê jî derbas bû. Lê gelo di vê salê de herî zêde behsa çi hate kirin? Civaka Swêd û kurdên vira bi çi ve mijûl bûn? Kîjan dengûbasan muhra xwe li salê dan?

TEQÎN Û KUJTIN

Di destpêka sala 2017ê de xortekî 16 salî ku li Malmö li benda otobusê bû hate kuştin. Li dijî vê kuştinê û tundûtûjiyên din çendîn çalakî hatin li dar xistin. Lê ev ne kuştina pêşî bû û nebû ya dawî jî. Li seranserê Swêdê di nava salê de hejmara teqîn û kuştinan gelekî zêde bû. Di zik hev de hema hema rojê guleberdanek çêbû. Di van bûyeran de 40 kes hatine kuştin û 135 kes jî birîndar bûn. Gava mirov bi dewletên din ên Ewrûpa re dide ber hev ev rêjeyeke gelekî bilind e.

Di nav salê de ev êrîş tim di rojevê de bûn û gelek gotûbêj dihatine kirin bê çi dikare were kirin da ku pêşiya van êrîşan were girtin.

ÊRÎŞA TERORΠ

7ê nîsana 2017ê Swêd rastî êrîşeke terorî hat.
Li navenda Stockholmê, li Drottninggatan kamyonekê bi sur’et da ser xelkê û paşê ajote hundirê firoşgeha Åhlens City. Keçeke 11 salî jî di nav de bi giştî pênc kes hatine kuştin û panzdeh kes birîndar bûn. Bi vê êrîşê re Swêd kete alarmê, parlamena Swêdê, çûnûhatina trênên bineredê û dikanên sûka Stockholmê demekê girtî man.

Ne gelekî piştî vê êrîşê zilamekî 39 salî, bi navê Rakhmet Akilov ku tê ragihandin têkiliya wî bi terorîstên islamî yên Ozbekistanê re heye hate giritn.

ÊRÎŞÊN KÎN Û NEFRETÊ

Di nava salê de mijareke din ku pir hate gotûbêj kirin êrîşên kîn û nefretê yên li hemberî kêmayiyan bûn.
Di havînê de mizgefta Vivalla ya li Örebro hate şewitandin. Herçend zerar negiha kesekî jî nîvê mizgeftê şewitî. Mizgefteke din ku di dawiya salê de rastî êrîşê hat camiya Säffle bû.

Lê îsal herî zêde navendên mûsewî, cihû rastî kîn û nefretê hatin.

Li bajarên mezin ên mîna Stockholm û Malmö ji xwepêşandanên ku ji bo piştgiriya Filistîn û Qudsê dihatine li dar xistin de dirûşmên kîn û nefretê bilind dibûn. Wek nimûne dihate qîrîn ku li Swêdê întîfada, ango serhildan hatiye îlan kirin û cihû dê werine kuştin.

Li Malmö û Göteborg kenîşte û navendên mûsewî rastî êrîşên bombeyî hatin. Polîs çend kesên gumanbar girtin û di raya giştî de behsa pêwistiya têkoşîna li hemberî antîsemîtîzmê derkete pêş. Bi vê mebestê li Stockholmê xwepêşandanek hate li dar xistin ku tê serokwezîrê Swêdê jî di nav de gelek rayedaran nerazîbûna xwe li dijî gefên li hemberî cihuyan diyar kirin.

#METOO

Gotûbêjeke din ku îsal gelekî deng veda û mîna şoreşeke civakî behsa wê hê jî tê kirin kampanya, an jî banga bi navê MeToo ye.
MeToo ku tê wateya ”Ez jî” wiha dest pê kir.
Di cotmehê de lîstikvaneke sînemayê ya amerîkî eşkere kir ku heqaret û destdirêjî lê hatiye kirin. Piştî vêya bi hezaran jinan bi taybetî di medyayên civakî de serpêhatiyên xwe belav kirin. Bi van eşkerekirinan re derkete holê ku gelek mirovên weke kesên biqîmet di nav civakê de têne nas kirin pozîsyona xwe xerab bi kar tînin, zimandirêjî, destdirêjî û heqaretan li kesên derdora xwe, bi taybetî li jinan dikin.

Bi hezaran kesên ji branşên cuda, ji stranbêjan bigire heta bi parêzeran, ji rojnamevanan bigire heta bi karkerên nexweşxaneyan dengê xwe bilind kirin ku êdî bes e. Endamên akademiya Swêdê, pêşkêşvanên binavûdeng ên bernameyên medyayê, serokê parlamena Swêdê jî di nav de çendîn siyasetvan bi tohmeta destavêtinan neçar man an yekser dev ji kar berdin an jî diyar bikin ku ew ê dawî li kariyera xwe bînin.

Gotûbêjên di vî warî de heta niha jî berdewam in.

HETÎKETIYEKE SIYASÎ

Wezîrê hundir Anders Ygeman weke yek ji wezîrên Swêdê yên herî serkeftî dihate hesibandin. Lê îsal hem ew hem jî wezîra binesaziyê Anna Johansson neçar man ku dev ji karê xwe berdin. Sebeb hetîketiyeke di meqamê Rêvebiriya Veguhasatinê (Transportstryelsen) bû. Ev meqam xwediyê databaseke pir berfireh e. Zanyariyên li ser rê, pir û binesaziya Swêdê, wesayitên eskerî û polîs jî di nav de hemû wesayitên Swêdê li wir qeydkirinê. Ev beşê ragihadina teknolojiyê di 2015ê de dewrî şîrketa IBM hatibû kirin û ketibû destê kesên li rojhilatê Ewrûpa de. Di nava salê de ji nû derkete holê ku gava ev dewrkirin tê kirin şîrket nehatibûne kontrol kirin û databas bi awayekî bêewle hatiye dewr kirin. Yanî bi dewrkirinê re qanûn hatiye binpê kirin. 

Ji ber vêya herdu wezîran îstifa kirin.

Bes ev skandal weke ku dihate çaverêkirin tesîreke xerab li desteka raya giştî ya bo hikûmetê nekir. Rayên Sosyaldemokratan daneketin.

MODERAT KETIN Û RABÛN 

Lê partiyeke ku di nava salê de ket û dîsa rabû partiya sereke ya muxalefetê Moderat bû. Di havînê de piştgiriya ji bo partiyê daket astên jêr, lêkolînan nîşan dida ku alîgirên moderatan direvine bi taybetî nav Demokratên Swêdê. Nerazîbûn ewqas bilind bûn ku Anna Kinberg Batra îstafaya xwe da.

Partiyê Ulf Kristersson weke serokê nû hilbijart û ji hingî ve desteka ji bo M dîsa bilind dibe û xuya ye Moderat têne ser hemdê xwe.

REFERANDUMA BAŞÛRÊ KURDISTANÊ 

Digel van dengûbasan mijareke din ku di nav kurdên Swêdê de gelekî hate nîqaş kirin, bû sebeba coş û heyecaneke mezin referanduma serxwebûnê ya başûrê Kurdistanê bû. Li Swêdê, bi taybetî ji aliyê Federasyona Komeleyên Kurdistanê ve rêzek çalakî hatine li dar xistin, gelek kes ji bo pîrozbahiya giştpirsiyê di îlonê de berê xwe dane başûrê Kurdistanê.

Di parlamena Swêdê de, di nav partiyên swêdî de piştgiriyeke gelekî xurt ji bo mafê kurd ê serxwebûnê dihate dîtin, lê siyaseta resmî ya dewletê li dijî pêkanîna referandumê bû. Wezîra Derve Margot Wallström bi daxuyaniyên cuda eşkere li dijî referandumê derdiket. Wê radigihand ku referandum dikare bibe sebeba têkçûna ewleyiyê, aloziyên siyasî bilindtir bibin û digot divê yekîtiya Iraqê were parastin.

Wek tê zanîn bi êrîşên Îraqê yên piştî referandumê re niha behsa şikestineke tarîxî ya kurd tê kirin, loma kêfxweşiya referandumê di nav kurdên Swêdê de jî wergeriya xeyalşikestin û şîneke mezin.

BÛYERÊN DILXWEŞKER 

Di 2017ê de kêm jî be hin nûçeyên dilxweş jî hebûn. Yek jê li Sûriyê paytexta Daişê Reqa ku bûbû sembola zordarî û terorê, hate rizgar kirin. 

Bûyereke din a tarîxî jî serkeftina tîma futbolê Dalkurd bû ku derbasî lîga herî bilind a Swêdê Allsvenskan bû.

Yanî di 2018ê de Dalkurd wê bi taximên herî mezin ên Swêdê re derkeve saheyên Stockholm, Göteborg, Malmö û Östersundê.

Û di dîrokê de ev cara pêşî ye ku taximekî bi nasname û alaya kurdî digihe vê astê.

Beşir Kavak
[email protected]
به‌روار:  30/12/2017
476   جار خوێندراوه‌ته‌وه
مافەکان پارێزراوە بۆ مالمۆکورد
میوانی سه‌رهێڵ:   504
کۆی سه‌ردان:   29218642