Agneta Sheikhmous, ku pêşmergeya pêşî ya swêdî bû di 20ê miha 11, mijdara 2019ê de wefat kir. Du mehan berya wefata Agneta em çûbûne mala wê ya li Stockholmê û wê ji me re behsa jiyana xwe ya bi kurdan re û çûna nav pêşmergeyan a berya 40 salî kiribû.