”Mîr Tehsîn tim aştî û selametî dixwest”
Ji roja ku wefata Mîr Tehsîn Beg hatiye bihîstin ve li bajarên cuda yên Swêdê şîn û tazî têne lidar xistin. Serokê Federasyona Komeleyên Êzidî li Swêdê Şêx Celal Mûrad dibêje wefata Mîr Tehsîn windahiyeke gelekî mezin e.

Heftiya derbasbûyî, di 28ê meha yekê de serokê êzidiyên cîhanê Mîr Tehsîn Said li Almanya rehma Xwedê kir. Û berya du rojan cenazeyê wî bi merasimeke fermî li başûrê Kurdistanê hate pêşwazî kirin û spartine axê.

Mîr Tehsîn Beg ku hêj di zarokatiya xwe de weke mîrê êzidiyên cîhanê hatibû hilbijartin li Almanya dima û di 85 saliya xwe de li wira wefat kir. 

Şêx Celal Mûrad ku Mîr Tehsîn Beg ji nêzîk ve naskiriye, bûye mêvanê wî û mazûlvaniya wî kiriye dibêje xisûsiyeta Mîr Tehsîn a ku herî zêde derdikete pêş aştîxwaziya wî bû. Dibêje ew mîrekî silh û selametê bû.

Mûrad dide zanîn ku Mîr Tehsîn Beg herwiha carekê, di sala 2009ê de hatiye Swêdê, rêzek hevdîtin pêk aniye û di van hevdîtinan de hem hewl daye êzidiyan bide nasandin hem jî behsa rewşa wan bike.

Derbarê mîrekî nû de jî Şêx Celal Mûrad dibêje Mîr Tehsîn Beg bi xwe tukes destnîşan nekiriye, ji ber vêya meclisek dê li hev kom bibe û mîrekî nû hilbijêre.

Belê berî du rojan cenazeyê Mîr Tehsîn Beg gihîşte başûrê Kurdistanê û bi merasimeke resmî, bi beşdariya serokên kurdistanî û îraqî hate pêşwazîkirin. Şêx Celal Mûrad ji ber vê pêşwazî û qîmetdanê dilxweşiya xwe tîne zimên.

Gwhdarie Raport bike
به‌روار:  07/02/2019
1111   جار خوێندراوه‌ته‌وه
مافەکان پارێزراوە بۆ مالمۆکورد
میوانی سه‌رهێڵ:   424
کۆی سه‌ردان:   29228758