هەدەپە لە سوید یەکەمە
Raporte be Deng

Li gor encamên destpêkê di nav hevwelatiyên Tirkî yên derve de Erdogan ji %60ê degan distîne. Lê li Swêdê HDP partiya yekem e.

Duh 24ê hezîranê li Tirkiyê hilbijartinên serokkomarî û parlamentoyê hatine kirin. Li gor encamên hatine eşkere kirin Erdogan piraniya dengan bi dest xistiye û şevê din wî serkevtina xwe îlan kir.

Li gor encamên ku Desteya Bilind a Hilbijartina Tirkiyê eşkere kirin Recep Tayyip Erdogan ji %52ê dengan bi dest xist.

Herçend muxalefet ji pêvajoya hilbijartinê û awayê eşkerekirina dengan nerazî ye jî şevê din namzetê CHPê Muharrem Ince ragihand ku Erdogan qezenc kiriye, yanî ne bi dilê wî jî be serkeftina Erdogan qebûl kir. 

Di hilbijartina parlamentoyê de jî dengên partiya Erdogan AKP û partiya hevkar MHPê gava mirov têxe ser hev ew di meclisê de dibine piranî.

Hêjayî gotinê ye ku Partiya Demokratîk a Gelan HDPê jî zêdetir ji %11ê dengan stand û dikeve meclisê de.

DENGÊN DERVEYÎ TIRKIYÊ
Nêzîkê 1.4 mîlyon hevwelatiyên Tirkiyê yên derveyî welêt jî çûbûne ser sindoqan. Di nav van dengan de jî piştgiriyeke xurt ji bo Erdogan û partiya wî tê dîtin. Heta piştgiriya ji bo Erdogan di nav hevwelatiyên derve de ji yên hundir bilindtir e.

Li gor encamên ku heta niha hatine eşkere kirin AKPê ji %52, CHP û HDPê her yekî ji %17 van dengan standine.

Piştgiriya ji bo Erdogan di nav hevwelatiyên Tirkî yên derve de ji %60 e. Muharrem Ince %26 û Selahattin Demirtaş %11ê dengan aniye.

DENGÊN SWÊDÊ
Ji dengên ku ji Swêdê çûne heta niha ji %82 hatine hejmartin. Li gor vê jî Erdogan %44, Selahattin Demirtaş %30 û Muharrem Ince %22ê dengan standine. 

Lê di nav partiyan de li Swêdê HDPê bi %38ê dengan herî zêde piştgirî standiye. AKPê %35 û CHP %13 aniye.

Wek me got ev encam ne yên dawî û resmî ne. Piştî ku %82 dengên Swêdê hatine hejmartin ev xuya dike.

Gava tevahiya dengan hatinte hejmartin em ê ji we re ragihînin bê kîjan partiyê û namzetî tam çend deng standine.

ÇAVDÊRÊN HILBIJARTINÊ
Derbarê pêvajoya hilbijartinê de gelek nerazîbûn û rexne li desthilatdariya Tirkiyê dihatine kirin. Îcar ji rêxistina ewrûpî ya bi navê Ewlekarî û hevkariya li Ewrûpa (OSSE) çavdêrên hilbijartinê çûbûne Tirkiyê. Heftiya derbasbûyî me ragihandibû ku gereke ji Swêdê çar kesan di heyetê de cî girtibane, lê ji ber ku Tirkî parlamenterê Partiya Jîngehê Jabar Amin vegerand, ji Swêdê hejmara parlamenterên ku çûn mane sê û hersê jî ji partiya Moderatan bûn. Yek ji çavdêran Margareta Cederfelt bû ku li bajarê Samsunê ya nêzîkî Derya Reş hilbijartin şopandiye

Me li lîsteya hilbijartinê, bê dengdan çawa dihate kirin û bê deng çawa dihatine hejmartin dimeyizand. Me herwiha dinêrî bê protokol çawa dihatine danîn û radestî asta din bi çi rengî dihatine kirin.

Cederfeldt radigihîne ku ew bi giştî derdorê 300 çavdêrî bûn. Û ji ber ku îro OSSE wê raporeke berfireh biweşîne ew naxwaze tu şîroveyan bike, lê dibêje wek nimûne li hin ciyan polîs nedihişt ew derbasî ciyên dengdanê bibin.

SWÊD ÇI DIBÊJE? 
Çapemeniya Swêdê ciyekî berfireh dide hilbijartinên Tirkiyê û bi giştî tê ragihandin ku li Tirkî desthilatdarî dikeve destê zilamekî de.

Dagens Nyheter dibêje serok niha dibe zilamê bi tenê û şîrovegerê Svenska Dagbladet ku balê dikişîne ser aboriya xerab a Tirkiyê dinivîse ku aloziya navbera Tirkî û Yekîtiya Ewrûpa de wê dewam bike. 

Qunciknivîsê Aftonbladetê Wolfgang Hansson di nivîsa xwe ya bi bi navê ”Gelo em oxirê ji demokrasiya Tirkî bixwazin” gotiye Erdogan dibe mîna dîktatorekî.

Qunciknivîsê Expressenê Kassem Hamadé jî nivîsiye ku ”Tirkî gaveke din nêzîkî rejimeke totaliter bûye”

Ji aliyê resmî ve heta niha Swêdê li ser hilbijartinên Tirkî tu daxuyanî nedaye. Lê serokê Partiya Çep Jonas Sjöstedt jî di nav de çendîn siyasetvanan ji ber encama ku HDPê standiye kêfxweşiya xwe diyar kirine.


به‌روار:  26/06/2018
687   جار خوێندراوه‌ته‌وه
مافەکان پارێزراوە بۆ مالمۆکورد
میوانی سه‌رهێڵ:   170
کۆی سه‌ردان:   29227147