جەبار ئەمین لە تورکیا دەست بەسەر کراوە
گوێ لە ڕاپۆرتەکە بگرن
Parlementerê Swêdê Jabar Amin ku weke çavdêrê hilbijartinan îro çû Tirkî li balafirxaneya Stenbolê hate girtin.
Jabar Amin ji ciyê girtî bi telefonê ji Radyoya Swêdê re got li ciyê kontrola paseportan dest danîne ser pasa wî û ew xistine binçavan de. Ew di wê baweriyê de ye ku sebeb rexneyên wî yên li hemberî rejima Erdogan in. Û got nizanim wê çi ji min bikin lê ez di wê baweriyê de me ku min vegerînin Swêdê.
Bi bihîstina binçavkirina Jabar Amin re dengên nerazîbûnên siyasî ji Swêdê bilind bûn.
Jabar Amin yek ji çar parlamenterên Swêdê ye ku ji bo çavdêriya hilbijartinên Tirkiyê ji aliyê parlamentoya Swêdê ve hatiye wezîfedar kirin.
Nûçeyên Radyoya Swêdê Ekot bernameyeke zindî ya awarte li ser girtina Jabar Amin weşand.
Guhdarên me yên swêdî dikarin ji vir guhdarî bikin.
بهروار: 23/06/2018
403 جار خوێندراوهتهوه
|