60 پەرلەمانتاری ئەوروپا دەچنە تورکیا بۆ چاودێری هەڵبژاردن
ێکهاتەیەکی ٦٠ کەسی لە پەرلەمەنتارانی ئوروپا سەردانی تورکیە دەکەن بۆئەوەی چاودێری هەڵبژاردنی تورکیە بکەن، لە نێو ئەوانەدا چوار ئەندام پەرلەمانی سویدی هەن، سێ دانەیان سەر بە پارتی مۆدێراتەکان و جەبار ئەمین لە پارتی ژینگە.

گوێ لە ڕاپۆرتەکە بگرن

Ji bo çavdêriya hilbijartinên Tirkiyê yên roja yekşemê grûpeke mezin a parlamenteran ji Ewrûpa diçine Tirkiyê. Di nav grûpê de çar parlamenterên swêdî jî hene û yek ji wan Jabar Amin e.

Vê yekşemê, ango roja 24ê hezîranê li Tirkiyê hem hilbijartina serokkomariyê hem jî parlementeran heye. Aliyên siyasî û şîroveger bi çavekî pir girîng li vê hilbijartina ku di nav rewşeke awarte de tê li dar xistin dinêrin.

Rêxistina ji bo ewlekarî û hevkariya li Ewrûpa, OSSE ji 17 dewletên ewrûpî derdorê 60 parlamenteran ji bo çavdêriyê dişîne Tirkiyê. Parlamentoya Swêdê jî biryar daye ku sê ji wan ji partiya Moderatan û Jabar Amin ji Partiya Jîngê bi giştî çar parlamenteran ji Swêdê bişîne. Parlamenterên Moderat ku wê biçin ev in: Margareta Cederfelt, Cecilia Magnusson û Edward Riedl. 

Nehatiye ragihandin bê çima ji partiyên din kes nehatiye hilbijartin, lê hêjayî gotinê ye ku Sosyaldemokrat û Partiya Çep bi HDPê re dest û birak, di vê hilbijartinê de wan bi eşkereyî piştgiriya xwe ji bo HDP diyar kirine. Lewra bi ihtîmaleke mezin ji ber vê meyla wan parlamentoya Swêdê maqûltir dîtibe ku nûnerên ji partiyên bêalî weke çavdêr wezîfedar bike. 

Parlamenter wê biçine herêmên cuda û kontrol bikin bê hilbijartin û hejmartina dengan birêkûpêk û duristî tê kirin an na û raporên xwe yên di vî warî de biweşînin.

Jabar Amin dide zanîn ku ew bi xwe wê biçine herêmên kurdî.


به‌روار:  21/06/2018
697   جار خوێندراوه‌ته‌وه
مافەکان پارێزراوە بۆ مالمۆکورد
میوانی سه‌رهێڵ:   514
کۆی سه‌ردان:   29233728