Eren Keskîn parêzer e û ji salên 1990î ve li Tirkiyê weke çalakvaneke li pêş a mafê mirovan tê naskirin. Halê hazir ew rêxistineke ku li hemberî şideta cinsî têkoşînê dide bi rê ve dibe û di van salên dawî de wek nimûne rewşa xerab a koçberên Sûriyê aniye rojevê.
Xelata Anna Lindh ku berê çûye ji kesên mîna Madeleine Albright re ji aliyê Fonda Bîranîna Anna Lindh ve tê dayin. Seroka fondê Lena Hjelm-Wallén di danezana xelatê de gotiye:
Herçend xebata Keskin bûye sebeba zindanîkirina wê xebata xwe ya ji bo mafê mirovan bêyî ku meyla siyasî û dînî berçav bigre meşandiye. Ji her demê bêhtir îro pêwistiya me bi vî dengê wêrek heye.
Eren Keskin vêga ne girtî ye, lê li Tirkî li hemberî wê gelek doz hene, di van dozan de cezayê muebedê tê xwestin. Herwiha qedeya derketina ji Tirkiyê li ser heye û loma ew ê nikaribe were Swêd û xelata xwe bigre.
Xelata Anna Lindh ji 2004ê ve her sal di 19ê hezîranê de tê dayin. Bi munasebeta xelatdayinê îro bi hevkariya Palmecenter û Partiya Sosyaldemokratan li Stockholmê semînerek tê li dar xistin.
Di 2003ê de Anna Lindh gava di êrîşekê de hatibû kuştin ew wezîra derve ya Swêdê bû û weke yek ji siyasetvanên Swêdê yên ku pêşiya wê herî ronak dihate dîtin. Wek nimûne dihate çaverêkirin ku salekê piştre ew weke seroka Sosyaldemokratan were hilbijartin.