Raporên li ser hewldana kuştinên muxalifên Tirkiyê li Danîmarka ciyekî berfireh di çapemeniya Swêdê de digrin. Ev vekolîna berfireh ji aliyê rojnamevanên Radyoya Swêdê Daniel Öhman û Beşir Kavak ve hatiye kirin.
Derbarê vekolînê de me hevpeyvînek bi Beşir Kavak re kir da ku ew hin pirsan zelal bike:
- Gelo ew çawa dizanin ku Tirkî hewl daye hin kesan bikuje?
- Hedef kî bûn û li ser kesên dê bûbane mêrkuj çi agahî hene?
- Çi delîl hene ku guman ji dewleta Tirkî têne kirin?
- Li hemberî muxalifan li çi dewletê çi metod têne ditin?
- Çi elaqeyê vê lêkolînê bi Swêdê re heye?
Ji bo hevpeyvînê û bersiva pirsan li hevpeyvîna dengî guhdarî bike!